Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî 2020-06-18 16:08:49 STENBOL – Wezîrê Berê yê Çand û Turîzmê Ertûgrûl Gunay, diyar kir ku ji ber tevlî meşa HDP’ê nebûye xemgîn e û ji bo meşê ev tişt got: “Di rêya aştî û demokrasiyê de pêngaveke girîng e û dibe ku bibe hêvî.”    Meşa HDP’ê ya “Li dijî darbeye meşa demokrasiyê” ya ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve di roja 4’emîn de didome. Wezîrê Berê yê AKP’ê yê Çand û Turîzmê Ertûgrûl Gunay, piştgiriya xwe ya ji bo meşa HDP’ê aşkera kir.    MEŞ MAF E   Gunay, li ser astengiyên ku ji meşê re tên derxistin rawestiya û wiha got: “Meş û civîn mafê makeqanûnî yê hemû welatiyan e. Meşa HDP’ê ya ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê bikaranîna vî mafî ye. Ji ber zextên li ser parlamenter û şaredarên xwe HDP xwedî maf û pêwîstiyeke bi vî rengî ye. Di vê rewşê de tişta dikeve ser milê dewletê divê ewlehiya welatiyên ku tevlî meşê bûne bigire. Hemû astengî neheqî ne.”    PÊWISTÎ BI DIYALOGÊ HEYE   Gunay, gotinên çapameniya alîr ên derbarê HDP’ê de jî nirxand û vê derbarê de ev tişt got: “Çapemeniya navendî bi awayekî partîzanî alîgirê desthilatê ye. Ji ber vê sedemê di bin bandora nêrîn û gotinên nîjadperest de ye. Lê pêwistiya Tirkiyeyê ne şovenizm û fanatîzmê, bi diyalog û empatiyê heye.”   DIBE KU BIBE HÊVÎ   Dı berdewamê de Gunay, destnîşan kir ku bidawîbûna meşê ya li Enqereyê girîng e û wiha pêde çû: “Heke wiha bi dawî bibe wê bibe nîşaneya ku gel ji dewlet û siyasetê xwedî aqlê selîm tir e. Lewre li her derê dijberî HDP’ê bin jî divê welatî bi aramî nêzî HDP’ê bibin û piştgiriya ewlehiya meşê. Wê demê dê meşa HDP’ê di rêya aştî û demokrasiyê de dibe ku bibe hêvî.”   ‘MIN DIXWEST TEVLÎ BIBIM’   Gunay, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Min dixwest tevlî beşeke meşê bibim û nêrîna xwe ya derbarê demokrasî, welatîbûna wekhev û piştevaniya civakî de aşkera bike. Ji ber ku ez ê vê derfetê nebinim xemgîn im. Dixwazim ku meş bi awayekî tendurist û aştiyane bigihîje Enqereyê.”