Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye 2020-06-18 14:58:19 ENQERE – Wekîla Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li ser partiya wan 5 sal in bi awayek sîstematîk rênedana medyayê heye û got: “Ji bo ku HDP’ê tesfiyekirin û krîmînalîze bikin polîtîkayek weşanê birêve dibin.”  Wekîla Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş tevî parlementerên partiya xwe li ber Meclîsê daxuyanî da çapemeniyê û mijarên di rojevê de nirxand.    Beştaş bi “Meşa Demokrasiyê” ya partiya xwe dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku tevî hemû astengî, êriş û qedexeyan jî bi hemû coş û biryardarî didome û meşvanan û têkoşerên demokrasiyê silav kir.    ‘ÎQTÎDAR NIKARE PÊVAJOYÊ BIRÊVE BIBE’    Beştaş destnîşan kir ku îqtîdar nikare pêvajoya vîrûsa koronayê birêve bibe û bang li îqtîdarê kir ku bi awayek cidî nêz bibe û kêmasiyên tevdîran ji holê rake. Beştaş anî ziman kul i gorî daneyên fermî li girtîgehan 452 kes bi koronayê ketine û her çiqas were gotin 374 kes baş bûne jî lê ev rastiyê nade nîşandan.    ‘5 SAL IN RÊNEDANÊ LI SER HDP’Ê DISEPÎNIN’      Beştaş li ser mijara rênedana çapemeniya tirk a li ser HDP’ê ku ev demeke di rojevê de tê gengeşekirin rawestiya û wiha got: “5 sal in bi awayek sîstematîk sansûr li ser HDP’ê tê sepandin. Ez dibêjim sîstematîk çimkî di vê mijarê de hatiye axaftin, gengeşekirin, nirxandin û biryar hatiye dayîn. Di vî resmî de têkiliya Cîner, Demîroren, Turkûaz, Çalik û îqtîdarê pir zelal e û li holê ye. Têkiliya razemeniya navbera wan jî diyar e. Her roj bi şev û roj wek organên weşana AKP’ê şaş û rast çi be dibêjin û diweşînin. Ne hewceye mirov bêje ku ev sûcê qanûna bingehîn e. Çimkî em di serdemek bê qanûna bingehîn de dijîn. Mafê wergirtina nûçeyan a gel tê binpêkirin. HDP tê gengeşekirin û axaftin lê em li wir tune ne! Medyayê bi xwe eşkere kir. Dibêjin ‘em tercîh dikin.’ Tu rastiya vê hêcetê nîne. Di  televîzyonek taybet de nikarin bêjin ku em HDP’iyan dernaxin ser ekranên xwe.    Armanca vê rênedana sîstematîk ew e ku HDP’ê krîmînalîze û tesfiye bikin. Ji wan re tê gotin dê 24 saetan AKP were dîtin. Wek organên AKP’ê weşanê d ikin. Rêgezên bêaliyê li ber çavan bigirin nexwê hûnê jî bi AKP’ê re werin paqijkirin.”    ‘PEREYÊ WELAT JI BO ŞER TÊ XERCKIRIN’    Beştaş bal kişand ser aboriya Tirkiyê û got: “Li derveyî sînor operasyonên eskerî pêk tînin. Lê feqîrî û birçîbûna li Tirkiyê nabînin. Resmê hêjariyê di rewşek xeternak de ye. Însan li dijî vîrûsa koronayê têdikoşin lê aborî ango pereyê welat hemû li ser bombeyan, S-400 û rabûna balafiran tê xerckirin. Di bin navê ewlehiyê de 40 sal in heman karî dikin û heman encamê digirin.”