Buroya HDP'ê ya çapemeniyê: Îdîayên Rudawê li dijî rastiyan e 2020-06-16 13:18:01   ENQERE - Buroya çapemeniyê ya HDP'ê têkildarî nûçeya Rudawê ya “Sancar roportajê nade çapemeniya Kurd" diyar kir ku ev li dijî rastiyan e.    Buroya çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî nûçeya Rudaw’ê ya li ser Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar nivîsîbû daxuyanî da. Buroya çapemeniyê anî ziman ku nûçeya Rudawê ya li ser Mithat Sancar li dijî rastiyê ye û got: "Agahî hatiye berovajîkirin. Em şermezar dikin. Hevserokê partiya me Mithat Sancar li dijî çpaemeniya Kurd pir hasas e. Agahiya 'Roportaj nade medya kurdî" li ser medya civakî parkirine. Ev îdîa li dijî rasiyan in. Nûçegîhanê Rudawê yê têkildarî mijarê rastî berovajî kiriye. Tu eleqeya wê û rastiyê biu hev tune ye. Ev perçeyekî êrîşên sîstematîk ên li dijî partiya me ye."