Aydenîz: Li dijî êrişan bersiva herî mezin yekîtiya neteweyî ye 2020-06-16 10:40:35 WAN – Hevserok Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz êrişên li dijî Mexmûr, Şengal û Qendîlê nirxand û got: “Dijminatiya sed salî ya li hemberî gelê kurd e. Bersiva herî mezin a li dijî êrişan sazkirina yekîtiya neteweyî ye.”  Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk a (DBP) Salîha Aydenîz êrişên balafirên şer ên Tirkiyê yên li dijî Şengal, Mexmûr û Qendîlê nirxand û bertek nîşanî êrişan da.    ‘CIVAK HEMÛ TÊ TECRÎTKIRIN’    Aydenîz anî ziman ku Tirkiye di polîtîkaya dijminantiya kurdan de israr dike û got: “Her tişt ji tecrîtkirina Birêz Abdullah Ocalan dest pê dike. Tecrîtkirina Ocalan di heman demê de tecrîtkirina hemû civakê ye.”    Aydenîz bi bîr xist ku dîroka Tirkiyê bi darbeyan tije ye û roja îro jî darbeyek siyasî di dewrê de ye. Aydenîz da zanîn ku li Tirkiyê darbeya siyasî tê kirin û îradeya gel tê desteserkirin, li Rojava jî axa kurdan tê dagirkirin û Tirkiye îro jî dixwaze axa Şengal, Mexmûr û Qendîlê dagir bike û vê yekê wek dijminatiya kurdan pênase kir.    ‘WÊ ÊRIŞ DAWIYA WAN BÎNIN’    Aydenîz anî ziman ku êrişa hewayî ya li dijî Başurê Kurdistanê li dijî sivîlan pêk hatiye. Aydenîz diyar kir ku li dijî kurdan di êrişan de sînor nas nakin û li her deverê Kurdistanê nêzîkatiya Tirkiyê heman in û ji berk u Tirkiye ji demokrasiyê ditirse niha jî êrişî deverên kurdan dikin. Aydenîz da zanîn ku êrişên li dijî Mexmûr, Şengal û Qendîlê didin xuya kirin ku îqtîdar nikare welat birêve bibin û dê ev êriş dawiya îqtîdarê bînin. Aydenîz destnîşan kir ku ew ê li dijî zext, zordestî û êrişan têkoşîna xwe bênavber bidomînin.    ‘BERSIVA ÊRIŞAN YEKÎTIYA KURDAN’   Aydenîz li dijî êrişên Tirkiyê yên esmanî û bejahî bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurd û wiha got: “Em dîsa bêjin di dijminatiya kurdan de sînor nas nakin. Kurdan li ku destkeftiyek xwe bi dest xistibe Tirkiye diçe êrişî wir dike û tune dike. Ji bo vê yekê pêwîste em yekîtiya neteweyî ya kurd ava bikin. Bersiva herî xurt a li dijî êrişan avakirina yekîtiya kurd e. Îro li çar parçeyên Kurdistanê yekîtî ava nebe, wê êriş zêdetir bibin û wê êrişî destkeftiyên me bikin. Li dijî êrişên hegemonan bersiva mezin yekîtî ye. DBP bang li tevahiya gelê kurd dike; werin em bibin yek û li dijî van bisekinin.”