Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar

  • rojane
  • 11:19 6 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê Giştî yê Ocaxên Ulkuyan Bûrak Kiliç gef li rojnamevanên ku tev li danişîna Sînan Ateş ê li Enqereyê hate kuştin bûn xwar. 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Ocaxên Ulkuyan Bûrak Kiliç bi parvekirina li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal a X’yê gef li rojnamevan Îsmaîl Saymaz, Erk Acarer, Bariş Terkoglû, Alîcan Ûlûdag û Tîmûr Soykan xwar. 
 
Kiliç ê parvekirineke “bi gule” kir, di twîta xwe de rojnamevan Îsmaîl Saymaz, Erk Acarer, Bariş Terkoglû, Alîcan Ûlûdag û Tîmûr Soykan hedef girt. 
 
Kiliç bi gotinên “Em ne pênûsên bi hibir ên bi fonên YE û Amerîkayê tên dagirtinin, em ‘pênûsziriç’ in. Bêguman hûn ê bibînin ku ‘pênûsziriç’ dê rojekê teqez serbikevin!” gef li rojnamevanan xwar.