Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin

  • rojane
  • 19:05 5 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Di wesayîteke li ser rêya Xarpêt-Amedê de cenazeyên du kesan hatin dîtin.
 
Di 41’emîn kîlometre ya ser riya Xarpêt-Amedê dengê çekan hat û polîsên ku agahî girtin hatin cihê bûyerê. Ekîbên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyera li nêzî Gola Hazarê hat kirin.
 
Di lêkolînên ku ekîbên tenduristiyê de kirin hat diyarkirin ku Halîl Ç (29) û Rukiye Y (29) jiyana xwe ji dest dane. Hat îdiakirin ku Halîl Ç, Rukiye Y. qetil kiriye û piştre întîxar kiriye. Hat hînbûn ku malbata Rukiye Y. Duh ji serlêdana windakirinê kirine.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.