Artêşa tirk sewqiyata tankan a li Herêma Kurdistanê didomîne

  • rojane
  • 10:17 4 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku sewqiyata leşkerî ya artêşa tirk a li nava axa Herêma Kurdistanê didome. 
 
Sewqiyata leşkerî ya artêşa tirk a li nava axa Herêma Kurdistanê didome. Li gorî nûçeya Rojnewsê, şevê din jî di saetên dereng de di bin çavdêriya PDK’ê de bi dehan wesayîtên zirxî û tankên artêşa tirk derbasî navenda navçeya Amêdiyê ya Dihokê bûn.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ji roja 22’yê hezîranê ve artêşa tirk a dagirker di bin çavdêrî û hevkariya PDK’ê de bi sedan wesayîtên zirxî, tank, top û leşkerên xwe yên dagirker derbasî nava axa Herêma Kurdistanê dike. Li gelek gundên derdora çiyayê Metîna û navçeya Amêdiyê leşkerên tirk tên bicihkirin. Leşkerên tirk û çekdarên PDK’ê diçin nava gundan, bendên kontrolê deynin û bi zorê dixwazin gundên derdorê bidin valakirin.