Zarokekî sûriyeyî hate kuştin

  • rojane
  • 10:20 3 Tîrmeh 2024
  • |
img

ANTALYA - Komeke nîjadperest li navçeya Serîkê êrişî zarokê 17 salî yê sûriyeyî Ahmet Handan El Naîf kirin û qetil kirin. 

Êrişên nîjadperest ên li dijî penaberên sûriyeyî ku l Kayseriyê dest pê kiribûn, didomin. Hat zanîn ku zarokekî sûriyeyî li navçeya Serîk a Antalyayê hate kuştin. Zarokê 17 salî Ahmet Handan El Naîf ê sûriyeyî, ji hêla 3 kesên li motosîkletê siwar hat kêrkirin û kuştin. 
 
Li gorî nûçeya Graffitihaberê; bûyer rojek berê li Taxa Kokezê qewimî. Têkildarî mirina Naîf, kesên bi navên R.O., Y.Y. û Î.O. hatin binçavkirin.