Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin

  • rojane
  • 15:40 2 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Hat destnîşankirin ku li girtiyên sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Karatepeyê hatine kirin, lêgerîna tazî farz kirine. 
 
2 girtiyên di Girtîgeha Hejmar 7 a Tîpa L ya Marmarayê tên ragirtin di 27’ê hezîranê de sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Karatepeya Çorlûyê hatin kirin. 3 roj piştî sewqê ji malbatan re agahî hate dayîn. Hat zanîn ku di dema sewqkirinê de îşkenceya fîzîkî û derunî li girtiyan hatiye kirin. 
 
Hat destnîşankirin ku girtiyên hatine sewqkirin di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, mafên wan ê ragihandinê tê astengkirin û sepana lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin.