ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 2 Tîrmeh 2024
  • |
img
* Projeya terasa cam a ku li ser Newala Qoriyê û Geliyê Botanê ji aliyê Îdareya Taybet a Şirnexê ve tê çêkirin, derxist îhaleyê. Şêniyên gundê Bafê diyar kirin ku ev proje dê zirarê bide xwezaya herêmê û gotin: "Em êdî li vir nedikarin sewalên xwe biçêrînin û ne jî bi serbestî bigerin." 
 
* Rojnamevan Keser Bûldan, ragihand ku li deverên ku Tirkiyeyê noqteyên kontrolkirinê çêkirine PDK'ê jî dest bi ambargoya zexîre û binçavkirinê kiriye. 
 
* Welatiyên ku beşdarî mîtînga li dijî qeyûman a li Qada Kartalê bûn wiha bertek nîşan dan: "Şaredarî yên me ne, qeyûm xesp û darbe ne."
 
* Amadekariyên daxuyanî û birêkirinê yên li Wanê ku dê di 3'yê Tîrmehê de li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bên lidarxistin, didomin. Siyasetmedaran bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin meşê. 
 
* Qeyûm li Artukluyê ji bo firotina hinek erseyan statûya wan guherand. Dadgehê diyar kir ku plana îmarê ya revîzyona qismî ji bo cemaweriyê sûdewar nîne û biryara betalkirina planê da. 
 
* Kesên di “Meşa rêzgirtina li îradeyê” ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin de cih digirin, dê ji Edeneyê ber bi Colemêrgê ve bi rê kevin. (09.00)
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma partiyê ya Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDÎ
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana çalakiya “Nobeta Aştî û Edaletê” ya dayikên li pêşiya AYM’ê. (15.00) ZINDÎ
 
* Li Sêwasê dê bi boneya salvegera Komkujiya Madimakê meş were lidarxistin. Li gelek bajaran dê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. (10.00-19.00) ZINDÎ