ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 1 Tîrmeh 2024
  • |
img
*  Nûnerê TÎHV’a Amedê Mûrat Aba anî ziman ku cenazeyê Şefîk Esen bi birînên vekirî teslîmî malbatê hate kirin û wiha got: "Ev yek biçûkxistina cenazeyê û binpêkirina qedexeya miameleya xirab e.”  
 
* Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz destnîşan kir ku armanca polîtîkaya qeyûm, qirkirina çandî ye. Cengîz, da zanîn ku divê li hemberî vê yekê qadên alternatîf werin avakirin û got: “Ji bilî berxwedanê tu vebijêrkeke din nîne."
 
* OHD û Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê dê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş serlêdanê bike. Beriya vekirina dozê dê li pêşiya Edliyeya Wanê daxuyanî bê dayîn. (13.00)
 
* “Nobeta rêzgirtina li îradeyê” ya li Colemêrgê dê di roja 7’an de bidome. (14.00-16.00)
 
* Xizmên girtiyan dê li gelek bajaran li pêşiya girtîgehan çalakiya “Deng bide azadiyê li dar bixin.” (14.00) 
 
* Kesên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê tev li  “Meşa rêzgirtina li îradeyê” ya li Stenbolê hatiye destpêkirin bûn, dê li Edeneyê daxuyaniyê bidin. (18.00)