Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’

  • rojane
  • 16:43 30 Hezîran 2024
  • |
img

STENBOL - Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Malbatan diyar kirin ku heta tecrîd tê rakirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 

 
Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û xizmên girtiyan di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
 
'EM Ê HER HEFTEYÊ LI VIR BIN’
 
Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez di çalakiyê de axivî û got ku heta tecrîd tê rakirin dê çalakî û xwepêşandanên xwe bidomînin. Sonmez, wiha got: “Li dijî tiştên li girtîgehan diqewmin, ji bo şikandina tecrîdê em ê mîna her hefteyê li vir çalakiya xwe ya rûniştinê li dar bixin.” 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.