MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê

  • rojane
  • 12:21 30 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - MEB’ê bi “Rêziknameya vekirin û girtina saziyan” re destûr da kargehan ku dibistanan vekin. 
 
Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) rêziknameyeke nû derxist ku di perwerdeya pîşeyî û teknîkî de bandora sektora taybet zêde dike. Di “Rêziknameya vekirin û girtina saziyan a Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî” re destûr da kargehan ku bikarin dibistanan vekin. Bi guherîna dawî re sazî, dezgeh û kargehên ku protokola bi wezaretê re îmze dikin dikarin li febrîqe, tesîs, Herêmên Pîşesaziya Organîze (OSB) û navendên hilberîn “navendên perwerdeyê” vekin. 
 
Bi vê yekê re hem xwendekar hem jî mamoste dê weke hêza kar a erzan bikevin xizmeta sermayeyê.