NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest

  • rojane
  • 16:43 29 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ji bo doza Komkujiya Roboskî serlêdana ku hatibû kirin, ji hikûmetê parastinê xwest. 
 
Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî doza Komkujiya Roboskî ji Tirkiyeyê parastinê xwest. Di komkujiya li gundê Roboskiyê ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve 19 jê zarok 34 welatî hatibûn qetilkirin. 
 
6 MEH DEMA HIKÛMETÊ HEYE 
 
Hiqûqzan Kerem Altinparmak li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya serlêdana malbatên Roboskî de têkildarî esasê ji hikûmetê re hatiye ragihandin û parastinê xwestiye. Altinparmak got ji bo Tirkiye bersivê bide 6 meh dama wan heye û got ku doza Roboskî ji bo lêgerîna edaletê û heqîqetê ya Tirkiyeyê remzeyek gelek girîng e.