Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 11:35 29 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezaya ku li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê çêbû de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn. 
 
Duh bi şev li ser rêya sereke ya Zaxo û Batûfa ya Herêma Kurdistana Federe di encama lihevketina du wesayîtan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku birîndar bi ambûlansên sewqî cihê qezayê kirin rakirine nexweşxaneyên derdorê. 
 
Midûriyeta Polîsan a Zaxo da zanîn ku temenê her sê kesên jiyana xwe ji dest dane, di navbera 12 û 47 salî de ne. Hate ragihandin ku der barê buyerê de lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin.