ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 29 Hezîran 2024
  • |
img
 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd de heman biryara darvekirinê ya der barê wî de jî hatiye dayîn ne tesadûfî ye û gotibû, “Qirkirina li dijî kurdan di sala 1925’an de dest pê kir.” 
 
* Mehmet Ocalan, di 74'emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd de bibîr xist ku heman ceza li kekê wî jî hatiye birîn û got: "Ev, peyamek bû. Peyama 'Me ev tişt anîn serê mezinên we, em ê bînin serê we jî.' Biryar, siyasî bû." 
 
* Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku dayîna cezayê darvekirinê ya li Abdullah Ocalan a di 29’ê Hezîranê de ku Şêx Seîd hatiye darvekirin ne tesaduf e û got: “Bila qasî ku bixwazin wî tecrîd bikin, birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye, bi milyonan ji bo azadiya Ocalan li ser piyan e.”
 
* Li Bismilê jinên ku ji bo debara malbata xwe bikin li ber tava havînê tevrikê dikin, anîn ziman ku heqdesta wan têra pêdiviyên wan ên rojane jî nakin. 
 
* Qeyûmê Şaredariya Êlihê, ji bo kampanyaya hilbijartinê ya namzetê AKP'ê Adil Sebatî Ceylan, ji budçeya şaredariyê bi 53 milyonan qoliyên alîkariyê stendiye. Belge û dîmenên der barê belavkirina van koliyan de ji navê hatin rakirin. 
 
* Çalakiya malbatên windakiriyan û ÎHD’ê dê li gelek bajaran berdewam bike. (12.00) 
 
* Dayikên Şemiyê dê li Qada Galatasarayê 1005’emîn çalakiya xwe li dar bixin. (12.00) 
 
* Şêx Seîd û hevalên wî dê bi boneya salvegera darvekirina xwe de li gelek bajaran bên bibîranîn. (12.00-19.00) 
 
* Ji bo girtiyên nexweş dê li Îzmîr, Enqere û Stenbolê daxuyanî bên dayîn. (13.30) 
 
* Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan dê bi boneya salvegera mirina xwe li ser gora xwe ya li navçeya Cizîr a Şirnexê bê bibîranîn. (18.00) 
 
* Li dijî xespa vînê dê li Qada Beşocak a Edeneyê çalakiya nobetê bê lidarxistin. (19.00) 
 
* Li Qada Kartal a Stenbolê dê mitînga “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” bê lidarxistin. (19.00) ZINDÎ