Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket

  • rojane
  • 11:46 27 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Li herema Xaniyên Komî yên Bezîrgana navçeya Erxeniyê ji ber têlên ceyranê şewat derket.
 
Li herema Xaniyên Komî yên Bezîrgana taxa Adnan Menderes a navçeya Erxeniya Amedê bagerê têlên ceyranê hejandin. Têlên li hev ketine bûn sedema derketina şewatê. Şewata derketiye zirar da bax û baxçeyên welatiyan. Tîmên agirkujiyê bi alîkariya welatiyan şewatê vemirandin. Têlên ji ber li hev ketinê veqetiyane û ketine erdê, hêj nehatine rakirin. 
 
Di heman herêmê de berî niha jî ji ber têlên ceyranê şewat derketibû. Hat zanîn ku ji ber zirara çêbûye, DEDAŞ’ê tezmînatê daye mexdûran.