Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya

  • rojane
  • 09:46 27 Hezîran 2024
  • |
img
STENBOL - Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya. Kesek di bin avahî de nema. Hat zanîn ku 3 qatên avahî bi qaçaxî hatine çêkirin. 
 
Li Taxa Zaferê ya navçeya Bahçelîevlerê beşekî avahiyeke 7 qat hilweşiya. Komên tenduristî, agirkujî û AFAD’ê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Mirî û birîndar tune ne. Komên hatin cihê bûyerê li derdorê tevdîrên ewlehiyê girtin û di avahî de xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Hat zanîn ku di fermiyetê de avahî 4 qat xuya dike lê di sala 1994’an de 3 qatên qaçax hatine çêkirin. 
 
Şahidên bûyerê dan zanîn ku di demên berê de kevir ji avahî ketibûn xwarê lewma hatibû valakirin. 
 
Tevdîrên koman ên li kolanê didomin.