ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 10 Hezîran 2024
  • |
img
* Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa miwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din serî li Raportoriya Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dan û banga “Çalakiya lezgîn” kirin.
 
*Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Sîncanê, di civîna nirxandina berdanê de ji Nûriye Adet a 30 sal in girtiye re wiha pirsî "Tu der barê Abdullah Ocalan de çi difikirî?" û berdana wê 6 mehan taloq kir. 
 
* Jinên ku li Cizîr, Hezex û Silopiyayê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di nobetê de ne diyar kirin ku ew ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin û gotin: “Di navbera desteserkirina îradeyê û kuştinê de tu ferq nîne. Em îradeya xwe teslîmî wan nakin." 
 
* Endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin: "Heke gelê me di hilbijartinan de vîna xwe nîşan dabe lê desteserkirina bi darê zorê ji aliyê olî ve ne caîz e.” 
 
* Şaredariya Rezanê di çarçoveya daxwazên jinan de li navçeyê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet dan destpêkirin. 
 
*  Li Şemzînanê wê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê "Meşa Demokrasiyê" ber bi Colemêrgê ve bê destpêkirin. (13.00) ZINDÎ
 
* Xizmên girtiyan dê li gelek bajaran li pêşiya girtîgehan çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)
 
* Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (18.00-22.00)
 
* Çalakiyên nobetê yên li pêşiya şaredariyên DEM Partiyê hatine destpêkirin dê bidome. (19.00)