Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 11:06 8 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Di serdagirtinên malan ên li navçeya Erxeniyê de tevî hevşaredarên Erxaniyê yên berê, 5 kes hatin binçavkirin. 
 
Li Amed û navçeyên wê îro serê sibê polîsan bi ser gelek malan girtin û tevî hevşaredarên berê 5 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku 5 kes di çarçoveya lêpirsînekî sala 2023’yan de hatine binçavkirin û derbarê wan de biryara 24 saetan a “astengiya parêzeran” hatiye dayîn. 
 
Naven kesên di serdagirtina malan de hatine binçavkirin wiha ne: Hevşaredarê dema pêş Ahmet Kaya, û hevşaredarê dema pêşdetir Ramazan Kartalmiş, Cigirên hevşaredaran Gulistan Polat, Esverî Malkoç, û Cavîdan Yaman.