Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome

  • rojane
  • 14:38 7 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Operasyona leşkerî ya li gundên navçeya Liceyê hatine destpêkirin didome. Hat zanîn ku operasyon hatiye berfirehkirin. 
 
Artêşa tirk duh bi şev li gundên Dêrxust, Cinezûr, Hûseynik, Pirik û Panavê yên navçeya Lice ya Amedê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Hat zanîn ku operasyon hatiye berfirehkirin. Di çarçoveya operasyonê de di ketin û derketina gund û mezrayan de noqteyên lêgerînê hatine danîn. 
 
Operasyona li herêmê didome û heta niha jî tu agahî nehatine bidestxistin bê ka pevçûn derketine yan na.