Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan

  • rojane
  • 14:54 6 Hezîran 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Hevserokê HDP’a Bûcayê Nîhat Turk piştî girtina 9 mehan di danişîna ewil de hate berdan. 
 
Danişîna ewil a doza Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bûcayê Nîhat Turk ê di 6’ê cotmeha 2023’yan hate binçavkirin û di 9’ê cotmeha 2023’yan de hate girtin li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hate lidarxistin. Di danişînê de Nîhat Turk ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate darizandin û parêzerên wî amade bûn. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û HDP’ê danişîn şopandin. 
 
Şahida vekirî Bûse Aslan a di danişînê de hate guhdarkirin diyar kir ku îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan dubare dike. Turk ê li dijî sûcdariyan parastin kir, destnîşan kir ku sûcdarî bêbingeh in û bi salan e di nava siyaseta demokratîk de cih digire. Turk, diyar kir ku darizandin jî siyasî ye û daxwaza berdan û beraeta xwe kir. 
 
‘SÛCDARÎ BÊBINGEH IN’ 
 
Parêzeran jî diyar kirin ku îdiayên şahida vekirî Bûsa Aslanê razber û bêbingeh in û li gelek dozan de hatine pûçkirin. Parêzerên ku gotin sûcdariyan qebûl nakin daxwaza berdan û beraeta muwekîlê xwe kirin. 
 
BIRYARA BERDANÊ HATE DAYÎN 
 
Dadgeha ku daxwaza berdewama girtinê ya dozger qebûl nekir, biryara berdana Turk da û danişîn taloqî 7’ê mijdarê kir.