Doza Sîncar hate taloqkirin

  • rojane
  • 11:01 6 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Danişîna doza Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku hatibû qetilkirin, taloqî 10’ê kanûnê hate kirin. 
 
Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê îlona 1993’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin. Di doza qetilkirina Sîncar de tetîkkêşê hîzbîkontrayê Cîhan Yildiz tê darizandin. Danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, parêzerên wan Mehdî Ozdemîr û Yakup Guven di danişînê de amade bûn. 
 
Dozger, di danişîna berê de ji bo mutalaayê dem xwestibû û dîsa daxwaza demê  kir. Dadgehê bi daxwaza temamkirina kêmasiyên di dosyayê de, danişîn taloqî 10’ê kanûnê kir.