ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 6 Hezîran 2024
  • |
img
* Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, li 33 girtiyan ji ber nivîsên wan û daxwaznameyaên wan cezayê hucreyê hat birîn. 
 
* Welatiyên li Îzmîrê ku tayinkirina qeyûm wekî "heqareta li gel" bi nav kirin, gotin: "Divê yê ku gel hilbijartiye esas bê girtin. Ya tê kirin dîktatorî ye." 
 
* Endamê Koordînasyona DÎB’ê Hakan Dîlmek diyar kir ku di rewşeke qeyûm tên tayînkirin de tu wateya nîqaşên li ser “asayîbûnê” nînin û wiha got: “Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, destûreke bingehîn a nû nayê kirin.”
 
* Abdurrahman Ozdemîr diyar kir ku Îranê cezayê darvekirinê daye lawê wî Hatem Ozdemîr û li dadgeha bilind îtîrazî ceza kirine û bertek nîşanî bêdengiya li dijî darvekirinan da. 
 
* Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku bi polîtîkayên şerê taybet herî zêde jinên ku dixwazin bê vîn bihêlin hedef tê girtin û got: “Jin dê dawiyê li tifaqa dijminên jinan bînin.”
 
* Mehmet Arîf Ayhanê ku çanda çêkirina berikan ango xalîçeyan didomîne, anî ziman ku ger piştgiriya wî neyê kirin wê di 5-10 salên din de bi temamî nemîne.  
 
* Danişîna Cîhan Yildiz ê ji ber qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar tê darizandin dê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00) 
 
* Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.00-19.00) 
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê dê di roja 124’an de bidome. (15.00) 
 
* Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li pêşiya şaredariyên DEM Partiyî hatiye destpêkirin dê di roja 3’yemîn de bidome. (19.00-24.00)
 
* Jin Ma dê di çarçoveya 6'emîn Rojên Ma Musicê de li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konserê bide. (20.00)