Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê

  • rojane
  • 16:13 5 Hezîran 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana gihîştin Colemêrga ku berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûm û girtina hevşaredar berdewam dike. 
 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm li şûna wî hat bicihkirin, ji aliyê Dadgeha Colemêrgê ve bi 19 sal û 6 mehan hat cezakirin. Piştî biryara cezakirina Akiş, li çar aliyên bajêr xwepêşandanên protestoyê berbelav bûn û li her devera bajêr berxwedana gel didome. Bi sedan kesên li ber avahiya edliyeyê kom bûn, piştî biryarê ber bi navenda bajêr ve meşiyan û polîsan pêşî li girseyê girt û destûr neda meşê. Tevî hemû astengiyan jî girse gihîşt navenda bajêr. Di vê kêliyê de polîsan li gelek parlamenterên DEM Partiyê dan û polîsan hewl da hin parlamenteran bikin binçavan. 
 
DORPÊÇÊ DERBAS KIRIN 
 
Gel û parlamenter ketin navenda bajêr û bi berzkirina dirûşman meşiyan. Li gelek deverên bajêr di navbera gel û polîsan de pevçûn diqewime. Seranserî bajêr hatiye dorpêçkirin û dikandaran jî dikanên xwe girtin. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar û koma parlamenteran gihîştin ber Walîtiya Colemêrgê û li vir çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li vir axivî û wiha got: "Qesrê li dijî gel şer îlan kir." Hatîmogûllari destnîşan kir ku Akiş rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye û got: "Qeyûm desteserkirina îradeya gel e, qeyûm darbeya li dijî îradeya gel e. Darbeya AKP'ê hate tomarkirin."
 
BAKIRHAN Û ZANA GIHÎŞTIN COLEMÊRGÊ 
 
Di vê navberê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana û şandeya li gel wan gihîştin navenda Colemêrgê û bi meşê hatin avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê. Şandeya DEM Partiyê û gel heta avahiya DEM’ê meşiyan û dirûşm berz kirin. Tê payîn şandeya nû hat Colemêrgê û şandeya li ber Walîtiyê kêliyek din bigihîjin hev. 
 
Her wiha hemû kolan û cadeyên bajêr bi polîsan û leşkeran hatine girtin. Hejmara polîs û leşkerên li ber edliyeyê jî hat zêdekirin.