Li Mêrdînê 10 ciwan hatin berdan

  • rojane
  • 09:51 5 Hezîran 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mêrdînê duh 10 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Duh li navçeya Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê di serdegirtina malan de 10 ciwan hatibûn binçavkirin. Ciwan bi îdiaya “dê çalakî li dar bixin” hatine binçavkirin. Di saetên şevê de îfadeyên ciwanan bi dawî bûn û piştî îfade li emniyetê qediyan hatin berdan. 
 
Li aliyê din malbata Kalkan ku di serdegirtina mala xwe de bi tundiya polîsan re rû bi rû mabû, malbatê giliyê tundiyê kir.