ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 5 Hezîran 2024
  • |
img
 
* Hevseroka Şaxa OHD’a Enqereyê Çîgdem Kozan da zanîn ku li cîhanê tu girtîgehên ku parêzer nikarin bikevinê nînin, yekane mînaka vê Girtîgeha Îmraliyê ye û anî ziman ku divê li dijî tecrîda li Îmraliyê hemû beş dengê xwe derxînin. 
 
* Amediyên ku bertek nîşanî tayinkirina qeyûma li Şaredariya Colemêrgê dan, diyar kirin ku wê polîtîkaya qeyûm bi ser nekeve û gotin: "Divê em dakevin kuçeyan û dengê xwe bidin bihîstin û em ya ku mafê me ye bistînin." 
 
* Mûsa Pîroglûyê ji DEM Partiyê, li dijî qeyûman îşaret bi bilindkirina têkoşîna civakî kir û Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak jî bilêv kir ku divê CHP li hemberî polîtîkayên desthilatê bêdeng nemîne. 
 
* Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ku ji bo hevdîtinê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike serî li wezaretê da, got: "Divê asayîbûn ji Îmraliyê dest pê bike. Yan na wê pirsgirêkên din tim bên taloqkirin." 
 
* Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku tevgera siyaseta kurd piştî 45 salan dîsa Şaredariya Hîlwanê bi dest xistiye û got: “Şitlên ku 45 sal berê hatibûn çandin, di 2’yê hezîranê de dîsa şîn bûn.” 
 
*  Li Cizîrê 3 sal in di bin navê xebatên restorasyonê de deriyên Birca Belek a dîrokî ji mêvan û xelkê herêmê re hatiye girtin û her çendî xebat hebin jî tedbîr nayên girtin û diwarên bircan hildweşin. 
 
* Malbatên ku tevî zarokên xwe beşdarî Rojên Ma Musicê bûn, bal kişandin ser bandorên perwerdehiya bi zimanê dayikê û xwestin hemû malbatên zarokên xwe bişînin Akademiya Ma Musicê. 
 
* Danişîna “Doza KCK’ê” ya derbarê 14 kesan de ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî di nav de ye hatiye vekirin dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê lidarxistin. (09.30) 
 
* Geşedanên têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê bên şopandin. (10.00-18.00) 
 
* Li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.00-19.00) 
 
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê têkildarî girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê tên ragirtin dê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30) 
 
* Malbatên girtiyan dê bi daxwaza “edaletê pêk bîne, hiqûqê bi cih bîne” li ber Wezareta Dadê bên bahev. (14.00) 
 
* Danişîna 7’emîn a doza Nîhat Kazanhan dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (15.00) 
 
* Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, dê di roja 123’emîn a Nobeta Edaletê de serdana Emîne Şenyaşarê bike. (15.00-17.30) 
 
* Komeleya Jinan a Rosayê dê têkildarî 9’emîn Pakêta Darazê li avahiya xwe ya komeleyê daxuyaniyê bide. (16.00) 
 
* Çalakiyên nobetê yên li dijî qeyûman ên li ber deriyên şaredariyên DEM Partiyê hatine destpêkirin, dê bidomin. (17.00-24.00) 
 
* 6'emîn Rojên Ma Musicê dê di roja 4’an de bi konserê berdewam bike. (20.00)