Li Licikê cenazeyê karkerekî din hate dîtin

  • rojane
  • 15:51 4 Hezîran 2024
  • |
img
ERZÎNGAN - Cenazeyê karkerekî din ê piştî hezaza li Licikê di bin axê de mabû, hate dîtin. 
 
Li Kana Madenê ya Çopler a li navçeya Licika Erzînganê di 13’ê sibatê de hezaz çêbû û gelek karker man di bin axê de. Di encama xebatên de canezeyê karkerekî din jî hate dîtin. 
 
Di hezaza li Licikê çêbûye de 8 karker mabûn di bin axê de. Cenazeyên 2 karkeran di 5’ê nîsanê de, cenazeyê 2 karkeran jî di 4’ê gulanê de hatibûn dîtin. Xebata rizgarkirina 4 karkerên mane di bin axê de de berdewam dikin.