Çolterên Elbakê hate bombebarankirin

  • rojane
  • 15:04 4 Hezîran 2024
  • |
img
WAN - Li çolterên navçeya Elbakê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hat zanîn ku herêm ji hêla helîkopteran ve tê gulebarankirin. 
 
Li Çiyayê Siyanê û Masîro ên di navbera navçeya Elbaka Wanê û navçeya Gevera Colemêrgê de duh operasyonekî leşkerî dest pê kir. Bi destpêkirina operasyonê liv û tevger helîkopteran jî zêde bû. Hat zanîn ku li cihê liv û tevgera helîkopteran zêde bûye herêm hatiye bombebarankirin.