Bakirhan: Biryara tayînkirina qeyûm li Kizilcahamamê hate girtin

  • rojane
  • 12:44 4 Hezîran 2024
  • |

ENQERE -  Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku AKP’ê biryara tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê li kampa xwe ya Kizilcahamam girtiye û got: “Pûsûlaya me berxwedana me ya li Wanê ye. Divê têkoşîna hevpar li her deverê Tirkiyeyê belav bibe.” 

 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di kocivîna partiya xwe ya li Meclisê axivî û geşedanên heyî nirxandin. Nûner û rêveberên 58 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî komcivîna DEM Partiyê bûn. 
 
‘BI BÊBEXTÎ HAT DESTESERKIRIN’ 
 
Bakirhan bi xêrhatina mêvanan dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan di destpêka axaftina xwe de narazîbûnek tund nîşanî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê da û wiha got: “Tayînkirina vî qeyûmî darbe bi xwe ye. Şaredariya me ya Colemêrgê bi bêbextî û bi nemerdî hat desteserkirin. Me di hilbijartina 31’ê Adarê de bi ked û têkoşînek mezin şaredariya xwe girt. Pergal bi hemû hêza xwe berê xwe dabû Colemêrgê û hê jî berê wan li ser wir e. Jixwe Colemêrg kirine organîzasyonek leşkerî. Berê jî gelek karên qirêj li wir hatin kirin. Em li Colemêrgê bi partiyên siyasî re neketin rikberî û pêşbasiyê, em bi cerdevanan, çeteyan, sermayedarên qirêj, îtîrafkaran, hemû saziyên dewletê, burokrasiyê, desthilatdariya AKP-MHP’ê, tifaqa JÎTEM’ê re di rikeberiyê de bûn. Li dijî van fêlbazan, kedkar, feqîr û gelê fedekar ê Colemêrgê îradeya xwe dan nîşandan.” 
 
‘EM Ê JI COLEMÊRGÊ NEÇIN’ 
 
Bakirhan destnîşan kir ku tevî hemû lîstok û hêza AKP-MHP’ê û dewletê gel îradeya xwe namzetê DEM Partiyê bijart û wiha axivî: “Gelê me ji wan re got tevî hemû lîstokên we û zextên we jî em ê hevalên xwe bijêrin. Belê, çi kirin? Dîsa serê sibehê wek demên berê dîsa bi darbeyê qeyûm şandin ser şaredariya me. Ew wê zenê dikin ku em ê ji şaredariya xwe ya desteserkirî re bêdeng bimînin. Em ê bêdeng nemînin û destûr nedin wan. Talanek wisa tune ye. Em ê bi gelê Colemêrgê re li ber xwe bidin. Me çawa bi gelê Wanê re li ber xwe da em ê li Colemêrgê jî li ber xwe bidin û em ê heta şaredariya xwe paşve bigirin ji Colemêrgê neçin tu deverî. Titşa ku ez ê dawî bêjim, dixwazim destpêkê bêjim; Êdî Bes e! Em ji vê neheqî, bêhiqûqî û neyartiyê re dibêjin; Êdî Bes e. Wê ev neyartiya we heta ku biçe?”
 
BIRYARA YSK’Ê 
 
Bakirhan bi bîr xist ku hevşaredarê wan Mehmet Siddik Akiş bi destûra Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bûye namzet û wiha got: “Hevşaredarê me serî li YSK’ê daye? YSK kî ye? Ma YSK ne ew saziye ku AKP bi baldarî her endamên xwe lê dibêjere? Saziya we got Mehmet Siddik Akiş dikare bibe namzet, belê got. Baş e heta niha pirgirêkêk hebû? Naxêr. Dibêjin ‘rêveberek rêxistinê’, baş e YSK’ê çawa destûr da ‘rêveberek rêxistinê’? Di yek carê de çibû hê ku biryar jî li holê nîne, biryara veşarî li ser dosyeyê heye lê hevalê me ‘sûcdar’ tê nîşandan.” 
 
 DOZGER DI ‘LÎSTEYA GEWR’ DE YE 
 
Bakirhan anî ziman ku dozek 10 sal berê li Akiş hatiye vekirin û dosye jî ji aliyê dozgerek ku niha lêgerîna wî ji “terorê” heye ve hatiye amadekirin û ev dozger ji “lîsteya gewr” lêgerîna wî heye. Bakirhan got: “Bi vê dosyeya ku dozgerê reviyayî qeyûm tê tayînkirin. Hûn bi kîjan cesaretî bêyî ku biryara dadgehê hebe, bêyî ku lêpirsîn ne diyar be xwe dixin şûna dadgehê û vê biryarê didin?” 
 
‘BIRYAR LI KIZILCAHAMAM HATIYE GIRTIN’ 
 
Bakirhan hişyarî da Wezîrê Karên Navxweyî û wiha domand: “Cihê ku hûnê biçinê cem wezîrê sûc Suleyman Soylû ye. Biryara qeyûmê li Kizilcahamam hatiye girtin. AKP’ê li Kizilcahamam 3 rojan kamp li dar xist ku wê nîqaşa destûra bingehîn bike. Lê 3 roj civiyan nîqaş kirin; ji nîqaş û civîna wan darbeya qeyûm derket. Desteserkirina îradeya gel ji civîna wan derket. Asayîbûn û guhertina ku ew behsa wê cikin ewqas e.” 
 
‘DU SÊ KURD LI JAPONYAYÊ BÊN CEM HEV WEK GEFÊ DIBÎNIN’
 
Bakirhan destnîşan kir ku ew hemû bi vê sepana qeyûm re di bin talûkeyê de ne û got: “Bi vê biryarê re 85 milyon mirov xistin hedefe. Peyama ‘heke hûn nebin wek me, em ê qeyûman bişînin’ didin me. Çîmentoyê tifaqa AKP-MHP’ê li ser neyartiya kurdan e. Heke ev ne dijmanatiya li ser kurdan be lê çi ye? Du sê kurdan û îradeyek kurd ji Japonyayê heta Rojhilata Navîn, heta Ewropayê wek gefê û talûkeyê dibînin.” 
 
Bakirhan anî ziman ku tiştên qewimîne ew wek “meseleya rûmetê ya neteweyî” dinirxînin û got: “Mesele tenê ne meseleya şaredariyek kurd e ku bi serketiye. Mesele ne meseleya Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe ye. Qesrê û MHP’ê mil daye milê hev û rastiya gelê kurd înkar dikin. Ev mesele êdî meseleya rûmeta neteweyî ye. Em ên ku hinek xwedî wîjdan, xwedî rûmet ku dibêjin ‘ez kurd im’ û di nava AKP’ê de ye vedixwînin ku li dijî van neheqiyan dengê xwe derxe.” 
 
‘NIHA NEBE KENGÎ’
 
Bakirhan ê pirsa “Heke li dijî evqas bêedaletiyê bêdeng bibin hûn ê sibê çawa derkevin nava civakê?” kir, wiha domand: “Helwesta me nîşan bidin. Gelê kurd, kedkar û bindest dê tu kesên di van rojên zor û zehmet de vîna xwe deynin holê û gotina xwe dibêjin ji bîr nakin. Lê ez dixwazim careke din diyar bikim ku em û gelê me kesên di van rojên zor û zehmet de bêdeng bûn û vê zilmê temaşe dikin ji bîr nakin.”
 
‘NÎQAŞÊN DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ’ 
 
Bakirhan, bi lêv kir ku der barê naveroka destûra bingehîn a nû de bi tiştên ku li Colemêrgê kirine delîlên pir xurt hatine dayîn û ev tişt gotin: “Ez her du xalên ewil ên Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê aşkere dikim; Yek ‘Kurd li Tirkiyeyê gelekî bindest in û bi rêgezên bindestiyê tê birêvebirin’. Xala duyemîn ‘Mafê gelê kurd yê dengdayîn û hilbijartinê nîne. Mafê wan ê bajarên lê dijîn bi rê ve bibin nîne.’ Tifaqa AKP’ê-MHP’ê û JÎTEM’ê ya ji destûra bingehîn a nû fêm dikin ev e. Bila van her xalan li herî jor binivîsin. Bila bêjin ‘kurd li cihên ku lê dijîn nikarin hilbijartinên herêmî pêk bînin’. Piçekê ji dil û zelal bin. Dest ji polîtîkayên du rû berdin. Van binivîsin ku bila dinya bizane ku hûn çiqas bêedaletiyê û bêhiqûqiyê dikin.”
 
KRÎTERÊN ENQEREYÊ: QEYÛM 
 
Bakirhan, da zanîn ku heta îro behsa “Krîterên Enqereyê” hatiye kirin û ev pirs pirsîn: “Derket holê ku krîterên Enqereyê krîterên qeyûman e. Bila asayîbûn û destûra bingehîn a we ya nû serê we bixwe. Dibe ku hedef vîna gelê kurd a li Colemêrgê be lê kemîn ji bo kesên aştî û demokrasîxwaz in. Niha nebe em ê kengî bibin yek? Dem nehatiye ku ji kedkaran heta xizanan, jinan, bindestan û demokratan li her cihê ku em lê ne, li her cadeyê, her kolanê, bêyî ku em bêjin kurd, tirk, elewî û sunî bên bahev û bêjin bes e?”
 
‘PISÛLA BERXWEDANA LI WANÊ YE’ 
 
Bakirhan, bal kişand ku divê li dijî bêhiqûqiyan deng were derxistin û got: “Heke em dernexînin dê ev darbe berdewam bikin. Têkoşîna me ya li dijî vê feraseta darbeyê xelasiya me ye. Xelasiya ciwanan, jinan, hevrêyên me di têkoşîna bi feraseta darbeyê re derbas dibe. Pisûlaya me berxwedan û têkoşîna hevpar a li Wanê ye. Bingeha têkoşîna hevpar belavî her derê Tirkiyeyê kirine.”
 
Bakirhan, da zanîn ku desthilat di nava pratîkeke ku rehmetê li Kenan Evren bîne tevdigere ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê li dijî van pêkanînan qet nesikinin û çavtirsandî nabin. Em ê qet bi paş ve gav naavêjin. Em ê parastina şaredariyên xwe bidomînin. Em ê piştevaniya civakî ya herî xurt birêxistin bikin û ji bo ku heman tişt li tu dera Tirkiyeyê pêk neyên em ê têkoşîneke xurt bidin. Dema şaredarî li cem me bûn weke mala gel bûn. Gel dê van saziyên ku mala wan e biparêze û xwedî lê derkeve. Em ê qet li dijî van tayînkirinên qeyûman nebêjin ax û wax. Em ê rûyê rast ê van darbekaran ne tenê li Kurdistanê li Tirkiyeyê û li her derê cîhanê di rayagiştî ya demokratîk de teşhîr bikin.”
 
‘EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE BIPARÊZIN’ 
 
Bakirhan, bal kişand ku dê şaredariyên xwe biparêzin û axaftina xwe wiha domand: “Tu kes nikare di vê doza me ya mafdar û têkoşîna me ya mafdar de serî me bide tewandin. Seyît Riza serî tewand? Orhan Dogan serî tewand? Ayşe Gokkanê eman xwest? Alp Altinors çok danî? Çokê bi hezaran hevalên me yên din bi axê neket. Soz didin soz didin soz didin; em ê li dijî van rêbazên qirêj, vê zilm û faşîzmê weke Alp’an, weke Orhan Doganan, Seyît Rizayan û Ayşe Gokkanan li ber xwe bidin.”