Li Kayseriyê balafira perwerdeyê ket

  • rojane
  • 10:56 4 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Hasan Arpa ya navçeya Kocasînan a Kayseriyê balafira pewerdeyê ket û 2 pîlot mirin. 
 
Li Taxa Hasan Arpa ya navçeya Kocasînan a Kayseriyê balafira perwerdeyê ket. Piştî ketina balafirê li herêmê komên lêgerîn-rizgarkirinê û agirkujiyê hatin sewqkirin. Du pîlotên di balafirê de mirin. 
 
Wezarata Parastinê jî got ku balafireke wan a perwerdeyê ya bi cureya SF-260D ji ber qezayê ketiye û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.