Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin

  • rojane
  • 14:53 3 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê wiha got: “Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin. Divê biryara peywirdarkirina qeyûm paşve bê girtin.” 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş daxuyanî da û bertek nîşan da. Têkildarî mijarê Ozel li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal a X’ê daxuyanî da û got ku ew biryara tayînkirina qeyûm red dikin. 
 
'EM LI DIJÎ FERASETA TAYÎNKIRINA QEYÛM IN’ 
 
Di parvekirina xwe de Ozel wiha got: “Di saetên serê sibehê de li dijî Şaredariya Colemêrgê operasyon hate kirin, Şaredarê Bajar hate binçavkirin û bi hinceta dozeke 10 sal berê dest pê kirî û hêj didome, qeyûm hate tayînkirin. Em vê biryarê red dikin. Tiştên qewimîn, tê wateya tunehesibandina îradeya xelkê Colemêrgê ku 2 meh berê hatibû diyarkirin. Divê biryara tayînkirina qeyûm were betalkirin. Em li cem demokrasî û îradeya gel û li dijî feraseta qeyûm in.”