DEM Partî bi awayekî awarte dicive

  • rojane
  • 11:09 3 Hezîran 2024
  • |
img
ENQERE - Piştî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, DEM Partî bi awayekî awarte dicive. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm, biryar da ku bi awayeke awarte bicive. 
 
Tê payîn ku civîna MYK’ê saet di 12.00’an de bi dawî bibe. Piştî civînê dê Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî biryarên MYK’ê li navenda giştî daxuyaniyê bide.