ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 3 Hezîran 2024
  • |
img
* Dayika Kumrî Tokay a ku 190 roj in ji bo girtiyan di çalakiyê de ye, bêdengiya heyî rexne kir û ev bang kir: "Xweşî û aramî bi xwîn rijandinê çênabe. Daxwazên girtiyan pêk bînin." 
 
* Dikandarek li Wanê kelûpelên kevn difiroşe. Ew bêtir li ser krediyê ango bi senede firotinê dike. Dikandar got ku hin welatî ji bo deynê karta xwe ya kredî û kirêya xwe bidin, kelûpelên xwe difiroşin. 
 
* Fettah Erden di sala 1994’an de li Basayê tê binçavkirin û piştre tê windakirin û carek din xeber jê nayê girtin. Lêpirsîna ku têkildarî windakirina Erden de hat destpêkirin, bi parastina “min nebihîstiye û nayê bîra min” der barê leşkeran de bi biryara neşopandinê bi encam bû. 
 
* Geşedanên têkildarî serdegirtina polîsan a Şaredariya Colemêrgê dê bên şopandin. 
 
* Platforma Xurekê ku sendîka û komeleyan ava kiriye têkildarî enflasyona xurekê dê li Odeya Endezyarên Xurekê ya TMMOB’ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) 
 
* Malbatên girtiyan dê li gelek bajaran çalakiyên “Deng bide azadiyê” bidomînin. (14.00) 
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li Enqereyê dê berdewam bike. (15.00) 
 
* Di çarçoveya 6’emîn Rojên Ma Musîcê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hin aktîvîte bên lidarxistin. (18.30) 
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li bîranîna Savaş Bûldan a li Stenbolê bibe. (13.00) ZINDÎ