Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 15:48 2 Hezîran 2024
  • |
img
STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya hatiye destpêkirin de 2 kes hatin binçavkirin. 
 
Avahiyeke sê qat a li ser Cadeya Şaredariyê ya taxa Kartaltepe ya girêdayî navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê ji ber sedemeke nediyar hilweşiya. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî hilweşîna avahiyê hate destpêkirin de 2 kes hatin binçavkirin. Piştî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê de bi sûcê “Bi awayekî biqusûr bûye sedemê mirin û birîndarbûnê” lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsînê de xwediyê avahiyê Haci Mûrat Gencturk Û O.A.D. yê li qata zemînê ya avahiyê dikana wî ya donerê hebû hatin binçavkirin. 
 
Di bûyera saetên serê sibê pêk hat de 8 kes birîndar bûn, kesekê jî jiyana xwe ji dest da.