Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin 2025-10-10 09:36:42 STENBOL – Li gelek bajarên herêma Marmarayê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meş û bi daxuyaniyan ve hate şermezarkirin.  L gelek bajarên herêma Marmarayê bi munasebeta 27 saliya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meş û bi çalakiyan ve hate şermezarkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Tekîrdag û li Bursa û li Kocaeliyê bi munasebata komploya naveneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd meş û daxuyanî li dar xist.    BURSA   Rêxistina DEM Parî ya Bursayê komplo bi meş û bi daxuyaniyê ve şermezar kir. Li Qasa Arabayatagi, bi çepik û bi tililiyan ve dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” ve meş li dar xist û girseyê li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bursaye daxuyanî li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji komployê re na, azadî ji bo birêz Ocalan” hate vekirin. Daxuyaniya gelek kes beşdar bûn metna daxuyaniyê Endamê PM'ê yê Partiya Herêmên Demokratîk Mazlûm Taş xwend.    TEKÎRDAG   Rêxistina DEM Pariyê ya Tekîrdagê, têkildarî komployê li Qada Heykel a navçeya Çorlu daxuyanî li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji komployê re na, azadî ji bo birêz Ocalan” hate vekirin û di daxuyaniyê de rêvebirê DEM Partî yê Tekîrdagê Hayrettîn Uçler axivî. Uçler, diyar kir ku komplo di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelan pêk hatiye û got: “Rêzdar Ocalan bi têkoşîna xwe ya 27 salan a li Îmraliyê ve komplo vala derxist.”   KOCAELÎ   Platforma Saziyên Demokratîk a Kocaeliyê, li Qada Kent Meydani ya Gebzeyê bi daxuyaniyê ve 9’ê Cotmehê şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” hate vekirin û dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partî yê Kocaeliyê Îbrahîm Ergîn destnîşan kir ku komplo vala derketiye. Aktivîsta TJA’yê Damla Bagci axivî. Damla, got: “Em komploya ku di şexsê rêzdar Ocalan de pêk hatiye şermezar dikin. Mîmarê Pêvajoya Civaka Demokratîk rêzdar Ocalan e. Em wek jin di meşa xwe de me 7 daxwaz kir. Yek ji van daxwazan mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan e. Em vê tecrîdê tu carî qebûl nakin.”