Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin 2024-09-19 09:55:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk şevê din gundên Xirêyas, Gorgamêşa û Nawdeştê yên herêma Qendîlê bomberan kirin.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Balafirên şer ên dewleta tirk şevê din gundên Xirêyas, Gorgamêşa û Nawdeştê yên herêma Binarê Qendîlê bombebaran kirin.    Hevşaredara Binarê Qendîlê Serwîn Celal têkildarî mijarê bi Rojnewsê re axivî û got ku ji ber bombebaranê ziyan gihiştiye derdorê û ji ber liv û tevgera hewayî nekarîne xisara heyî tam tespît bikin.