Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin 2024-09-17 15:49:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Zaroka li Girtîgeha Tîpa T a Dîlokê pitika wê bû sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hate kirin.    Zaroka di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û li girtîgehê pitika wê bû, hate sewqkirin. Bi hinceta ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê girtî û hikûmxwarên jin tune ne, zarok sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hate kirin.    ÇI BÛBÛ?   Zaroka 9 mehan ducanî di tebaxê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û piştre hate girtin. Piştre jî birin Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, di qawîşa yekkesî de dihat ragirtin û 12 roj berê jî pitikê wê bû. Li hêla din hat zanîn ku zarok ev 3 sal in li Dîlokê dijî û zarokê wê yê duyemîne çêdibe. Hat zanîn ku zarok bi mehra olê hatiye zewicandin, ji Sûriyeyê ye û tevahiya malbata xwe di şerê Sûriyeyê de winda kiriye.