Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan

  • jin
  • 16:46 18 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku li dijî şer û tecrîdê meş li dar xist diyar kir ku sedemê tundî û aloziyê, polîtîkayên şer ên qirêj ên desthilatê ne.
 
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi dirûşmeya “Dayik li dijî şer û tundiyê aştî û azadiyê dixwazin” li pêş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Kuçukçekmeceyê hatin gelhev. Akitîvîstên TJA’yê, Hevseroka HDP’a Kuçukçekmeceyê Gulsum Ozturk û gelek jin beşdarî çalakiya dayikan bûn. 
 
Jin, ligel hewldana polîsan a astengkirinê jî ji pêş avahiya HDP’ê heta gola Kuçukçekmeceyê meşiyan. Jinan di meşê de dowîzên “Girtina girtiyen nexweş neheqî ye” , “Ne şer û tundî aştî û azadî”, “Dayik li dijî şer berxwedane mezin dikin” , “Tecrîd şer kûr dike” hilgirtin û dirûşmeyên “Jin şer naxwazin” , “Em dayik in bi aştiyê re ne” û “Jin jiyan azadî” berz kirin û lîlandin.  
 
‘SEDEMÊ KOMKUJIYAN DESTHILAT E’
 
Piştî meşê li ser navê Dayikên Aştiyê Bedîa Gokguz axivî. Gokguz, bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bi bîr xist û diyar kir ku ji bo li dijî şer aştiyê biparêzin hatine gelhev. Gokguz, bi lêv kir ku tundiya li dijî jinê jî qebûl nakin û wiha got: “Sedemê van komkujiyan polîtîkayên şer ên desthilatê ne. Em jin van polîtîkayan şermezar dikin.”
 
‘EM ŞER NAXWAZIN’
 
Gokguz, da zanîn ku sedemê alozî û tundiya li welat şerê qirêj ê tê birêvebirine û wiha berdewam kir: “Sedemê vî şerê qirêj ev pergal û desthilat e. Heta ku ev pergal bi dawî nebe tundiya li ser jinê jî bi dawî nabe. Dibêjin ‘ji malên xwe dernekevin û ji gotina zilaman dernekevin’ Bila dest ji vî zimanê qirêj û mêrane berdin. Sedemê herî mezin ê vê tundiyê şerê qirêj e. Heke şer bi dawî bibe wê tundî jî bi dawî bibe. Em êdî şer naxwazin. Me meşek li dar xist arteşek dan pey me. Em dayik in hûn ji laçika me ya spî ditirsin? Bes e.”
 
Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinan jî bang kirin.