Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin

  • jin
  • 12:52 15 Mijdar 2021
  • |
img
RIHA - L.A.M. a ji bo teza lîsansa bilind hat Rihayê, ji aliyê xwediyê mala ku lê diman ve hat tacîzkirin. Li ser giliyê faîlê tacîzê hat girtin. 
 
L.A.M. ku bi komeke ji 5 hevalên xwe yên ji Çekyayê ji bo teza lîsansa bilind a li ser eşîrên li herêmê amade bike hat Rihayê, ji aliyê xwediyê mala ku lê diman ve hat tacîzkirin. Koma ji 5 xwendekaran a beriya du mehan ji bo teza lisansa bilind hatin Tirkiyeyê, piştî dîtina maleke ji bo mayînê ya bi rêya serlêdana medya dîjîtal, hatin Rihayê. Xwediyê malê Aydin Dag ku di heman demê de li avahiya ku xanî lê ye xwedî navenda bedewiyê ye jî, bi hêceta lênêrîna çerm, L.A.M (20) ya ku vexwend navendê tacîz kir. Aydin Dag, piştî lênêrîna çerm, tacîzî L.A.M. ya ku nexweşiya asperger sendromû (bêbertek mayîn) pê re heye kir. 
 
HAT GIRTIN
 
Piştî tacîzê L.A.M. û hevalên wê bi piştevaniya Navênda Mafên Jinan a Baroya Amedê çûn serî li Qereqola Polîsan a Sarayonu kirin û giliyê Dag kirin. Aydin Dag ê piştî giliyê hat binçavkirin, piştî binçavkirina rojekê duh şev sewqî dadgehê hat kirin. Dag, hat girtin û ew şandin girtîgehê.