Navnîşana jinan a 25’ê Mijdarê Tunela Taksîmê ye

  • jin
  • 11:22 13 Mijdar 2021
  • |
img

STENBOL - Endama Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Rojda Aksoy diyar kir ku li dijî “şîdeta mêr-dewletê” ew ê di 25'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin û got, "Em dest ji gotina 'ji bo me neqediya ye' bernadin. 

Bernameya çalakî û aktîvîteyên jinan ên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê de werin lidarxistin, diyar dibe. Îsal jin wê li gelek bajaran bi dirûşmeyên “Li dijî tundiya mêr-dewletê, şer, xizaniyê em li her derê ne” û “Serîhildana me ya li dijî tundiya dewletê ya mêr bi dawî nebûye” dakevin qadan. Yek ji cihên ku her sal çalakiyên girseyî lê tên lidarxistin jî Stenbol e. Rêxistinên jinan ên di bin sîwana Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê de bûn yek, wê di 25’ê Mijdarê de saet di 19.30 de li Tunela Taksîmê bicivin. 
 
ÇALAKIYÊN BÊNAVBER
 
Jin plan dikin ku heta wê dîrokê gelek çalakiyan li dar bixin. Di vê çarçoveyê de; jin wê di 17’ê Mijdarê de li Kadikoyê li 19’ê Mijdarê de li Beşîktaşê belavokan belav bikin. Di 14 û 23’ê Mijdarê de wê bi rêya hesabên medyaya dîjîtal hin çalakiyan li dar bixin. Dîsa ji bo balê bikişînin ser “şîdeta mêr-dewletê” wê li gelek cihan daxuyanî bên dayîn. 
 
ZEXT Û PIRSGIRÊK
 
Ji Platforma Jinê ya 25’ê Mijdarê Rojda Aksoy diyar kir ku ew ê îsal li dijî “serdestiya mêr, xizanî, bêkarî, bêhiqûqî, cihêkarî û komkujiyên li hemberî jinê” li qadan bin. Aksoy, bal kişand ser zext û pirsgirêkên ku jin dijîn û wiha got: “Hema bêje ne mumkun bûye ku jin ji tundiya ku li wan tê kirin dûr bikevin û jiyanek ji nû ve ava bikin. Li gel ku hejmara navendên şêwirmendiyê û stargehên ji bo jinên rastî îstîsmarê hatine kêm e jî, em bi zîhniyeteke wisa re rû bi rû ne ku li buroyên girêdayî Diyanetê ji jinên tundî lê tê kirin re dibêjin ‘sebir bikin û dua bikin’.” 
 
Aksoy da zanîn ku qeyrana aborî jî pirsgirêkên jinan pirtir kirine û wiha berdewam kir: “Cudakarî û tacîz li jinan tê ferzkirin. Mecbûr tê hiştin ku ji zilaman erzantir û bêewle bixebite. Fatoreya xizaniyê li jinan tê birîn. Bi hezaran xwendekarên jin ên zanîngeh qezenç kirine, ji ber ku wargeha wan a mayînê nîne, niha nikarin biçin dibistanê.” 
 
PIŞTEVANIYA JINÊ 
 
Aksoy, bi taybetî bal kişand ser zextên li siyasetmedarên jin ên kurd tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên kurd ji ber sedemên “çêkirî” tên cezakirin. Ev yek di girtîgehan de berdewam dike. Li girtîgehan lêgerîna tazî, tundî û zextê hewl didin girtiyan tepisînin û binpêkirinên mafan diqewimin. Her wiha gelek jinên ku ji bo nemirin hatin îstîsmarkirin, hatin kuştin an jî neçar man ku bikujin, ên weke Nevîn, Çîlem, Yasemîn, Nîmet, Şebnem jî rastî tundiya daraza mêr hatin. Em têkoşîna edaleta rasteqîn a li dijî edaleta mêr bilind dikin. Cihgirtina hemû jinan a di nava vê hevgirtinê de wê me xurt bike.”
 
‘JI BO ME NEQEDIYA’
 
Aksoy da xuyakirin ku hikûmet bi pêkanînên mîna betalkirina Peymana Stenbolê re cesaretê dide mêrên tundiyê pêk tînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî van hemû zextan em ê di 25 'ê Mijdarê de li her devera welat bin. Bêguman di dema ku tundiya mêr bê navber dewam dike de, em ê di vê mijarê de bibin xwedî gotin. Bi hêz û hevgirtina ku em ji hev distînin, em ê dev ji gotina 'ji bo me neqediyaye' bernedin. Di 25’ê Mijdarê de ji bo jiyaneke wekhev, azad û ji tundiyê dûr em werin cem hev û bi hev re têbikoşin.”
 
 
MA / Esra Solin Dal