Guven ji girtiyên filistînî re name şand

  • jin
  • 14:57 28 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca piştevaniyê ji girtiyên filistînî ku dest bi greva birçîbûnê kirinê re name şand. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye,  bi armanca piştevaniyê ji girtiyên filistînî ku li girtîgehên Îsraîlê dest bi greva birçîbûnê kirinê re name şand. 
 
'ZILMA PENABERIYÊ YA LI NAV XAKA ME'
 
Nameya Guven wiha ye: "Girtiyên hêja yên gelê Filistîn; li Girtîgeha Xarpêtê bi rêya çapameniyê min hîn kir ku hûn di greva birçîbûnê de ne. Min weke keseke ku baş dizanim li girtîgehê greva birçîbûnê çî ye ji we re binivisînim. Di sedsala 21'emîn de ku mirov ji bo rengiyê bînin jiyana xwe hewl didin li fezayê ji xwe re erse peyda bikin, gelê filistîn û kurd di nav xaka xwe de zilma penaberiyê dibînin."