EŞÎK’ê serdana HDP’ê kir

  • jin
  • 15:40 26 Cotmeh 2021
  • |
img
ENQERE - EŞÎK’ê, bi rojevên temsiliyeta wekhev, jiyaneke bê tundî û 5’emîn Paketa Darazê bi şandeyekê serdana Koma Jinan a HDP’ê kir. 
 
Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK), serdana Koma Jinan a Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Şandeya EŞÎK’ê bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û endamên Koordînasyona Jinan a HDP’ê re hevdîtin kir. Di şandeyê de Berrîn Sonmez, Şenal Sarihan, Meral Guler, Hulya Gulbahar, Fîdan Ataselîm, Sevîlay Çelenk, Ceren Kurt û Benan Koyûncû cih girtin.
 
Di hevdîtinê de di çarçoveya xwedî derketina destkeftiyên jinan de rojevên temsiliyeta wekhev, jiyaneke bê tundî û 5’emîn Paketa Darazê hatin axaftin. Şandeya HDP’ê daxwazên EŞÎK’ê nîşe girtin û destnîşan kir ku wê têkildarî têkoşîna jinan û temsiliyeta wekhev têkoşîna xwe bidomînin.