Li du bajaran tundî li jinan kirin

  • jin
  • 15:54 11 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbolê jina bi navê Esra Yildiz li malê hat qetilkirin. Li Îzmîrê jî Sena Altan a giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
 
Li Stenbolê, di encama tundiya zilam de jinek hat qetilkirin û li Îzmîrê jî jineke ku êriş lê hatibû kirin û bi giran birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. 
 
STENBOL 
 
Li navçeya Avciler a Stenbolê, jina bi navê Esra Yildiz li malê hat qetilkirin. Faîlê bûyerê hê nehatiye diyarkirin lê wesayîta hevjînê Yildiz Nûrettîn Yildiz şewitandî hat dîtin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
ÎZMÎR 
 
Li taxa Kozagaç a navçeya Bûca ya Îzmîrê jî duh zilamê bi navê Îlkay Ayeş (25) jina bi navê Sena Altan bi giranî birîndar kiribû û piştre dawî li jiyana xwe anîbû. Altan, li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin îro jiyana xwe ji des da. Cenazeyê Altan ji aliyê xizmên wê ve hat girtin û wê sibê li Stenbolê bê veşartin. 
 
Hat hînbûn ku Altan beriya demeke kurt li navçeya Bornovayê li fîrmayeke tekstîlê weke midûr dest bi kar kiriye.