‘Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtîngê bibin’

  • jin
  • 14:27 11 Cotmeh 2021
  • |
img
ŞINEX - Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr a di hevdîtinan jinan de axivî, wiha got: “Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtînga Amedê bibin.” 
 
Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rêxistina Paratiya Demokratîk a Gelan (HP) ya Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya partiyê hevdîtin hat lirdarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclîsa Jinan, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
'EM AZADIYA XWE DIPARÊZIN’
 
Wekîla HDP’ê Nûran Îmîr piştî pêşandana sînevîzyona derbarê têkoşîna jinan de axivî. Îmîr, diyar kir ku jinên ji azadiyê bawer dikin, bi berdêlên mezin bi salane têkoşîna xwe dewam kirin û wiha got: “Em jinên rêxistinkirî û bawerî dane bi rihê azad bi salane bi gelek berdelên giran me têkoşîna xwe domandiye. Ji ber vê jî li dijî koletiya mêrperestiyê em azadiyê diparêzin û ji bo azadiyê li berxwe didin. Di sedsala 21'emîn de li hember koletî, destdirêjî û îstîsmarê em dibêjin rihê azad û têkoşîna azad pêwîst e. Heta jin azad nebe, civak azad nabe. Em dibêjin dem dema azadiya jinê ye.”
 
MÎTÎNGA 16’Ê COTMEHÊ
 
Îmîr, ji bo mîtînga dê di 16'ê Cotmehê de li Qada Îstayonê ya Amedê bê lidarxistin bang kir û ev nirxandin kir: “Çi dibe bila bibe ji bo azadiya jinê û jiyanek wekhev em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila hemû jinên Botanê bi kincên xwe yên herêmî û rengîn tevlî mitîngê bibin.”
 
Bername, bi gerandina govendê, bi berzkirina dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" û bi tilîliyan bi dawî bû.