Çeteleya tundiya meha îlonê ya JinNewsê: 25 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 12:30 5 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ku JinNewsê berhevkirine, di meha Îlonê de zilaman 25 jin qetil kirine û 18  jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî daneyên ku JinNews her meh ji çapemeniyê berhev dike di meha îlonê de herî kêm 25 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine qetilkirin û 18 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Vê mehê jî hewl hatiye dayîn 5 jin bên kuştin. 8 jin ji ber afirandina qadên bêewle yên îktidarê bi tecawiz, destdirêjîyê re rûbirû man. 9 zarok bi tecawiz, tundî û êrişa zayendî re rû bi rû hatin hiştin û 5 zarok jî hatin kuştin. 2 zarokan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan û pitikek jî hat xwestin ku were kuştin. 
 
DESTÛRÊN BI ŞERT 
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya JinNewsê, di meha îlonê de jin ji aliyê xizmên xwe yên ku herî nêzîk ve hatin qetilkirin. Li gor daneyan 10 jin ji aliyê mêrên bi wan re zewicî ve, 4 jin ji aliyê mêrên bi hev re bûn ve, 4 jin ji aliyê mêrên di asta dev jê berdanê de ve, 2 jin ji aliyê lawên xwe ve, jinek ji aliyê notirvanekê ve, jinek ji aliyê tiyê xwe ve, jinek ji aliyê mêrekî wê nas dike ve hat qetilkirin. 2 jin jî ji aliyê mêrên ku dema pandemiyê de “bi destûra bi şert” hatibûn berdan ve hatine qetilkirin. 
 
Li gorî çeteleyê Stenbol yek ji bajarê herî zêde jin lê hatine qetilkirin e. Li Stenbolê vê mehê 6 jin hatin qetilkirin. Şirnex jî bû bajarê herî zêde ku jinan lê întîhar kiriye.