Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin

  • jin
  • 19:52 2 Cotmeh 2021
  • |
img
ŞIRNEX – Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinê ye” li Hewşa Oztaşê ya Hezexê şahî hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bal kişand ser êrişên li dijî jinan û got: “Divê li şûna Ezgî Mollayê kesên wekî Musa Orhan bên darizandin û cezakirin.” 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî hemû cureyên êrişan ên wekî taciz, tecawiz, tiryak û fuhûşê yên li ser civaka kurd bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinê ye” li Hewşa Oztaşê ya navçeya Hezexa Şirnexê şahî hat lidarxistin. Li cihê şahiyê pankartên "Ciwan bi hêvî û bawerî ber bi şoreşê ve dimeşin",  "Em her tim bi hêza jinê li qadan e", "Em li dijî tundiya mêr û dewletê serî hildidin", "Li dijî nijadperestî û zayendperestiyê dem dema azadiya jinê ye" û "Denîz Poyraz Nemire" daliqandin. Jinan dovîzên "Ji qirkirina xwezayê re na", "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye" û bêdengî tun ye, serhildan li her derê ye" hilgirtin.
 
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevşaredara Cizîrê ya ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin Bêrîvan Kutlu, Hevşaredara Hezexê ya ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin Songûl Erden, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan, û gelek jin bi kincên xwe yên gelêrî tevlî şahiyê bûn. Şahî piştî deqeyek rêzgirtinê, bi axaftina Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag dest pê kir.
 
Akdag, anî ziman ku kolan bi kolan li dijî taciz, tecawiz, tiryak û fuhûşê xebatên xwe meşandine û got: "Li dijî taciz, tecawiz, fuhûş û tiryakê bêdeng nemînin. Xwedî li zarokên xwe derbikevin. Em jin li her derê dengê xwe bilind bikin.”
 
Piştre Ayşe Surucu ya HDP’yî axivî û bal kişand ser berxwedana gelê kurd. Surucu, bilêv kir ku gelê Botanê tim bi êrişên îqtidarê re rû bi rû maye û gelê Botanê bi sekna xwe ji êrişan re bûne bersiv û bi sekna xwe ji îqtidarê re bûne bersiv. Surucu bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û ev tişt gotin: “Bi polîtîkayên şerê taybet êrişî gelê kurd dikin. Dixwazin çand, nirx û zimanê kurdan tune bikin. Hem fîzîkî hem jî civakî êriş dikin. 
 
BERXWEDAN
 
Surucu, bal kişand ser tiryak û fuhûşê ku li heremê hatiye belavkirin û wiha pê de çû: “Dixwazin berê ciwanên kurd bidin tiryakê. Ji aliyekî ve tiryakê didin meşandin, ji aliyekê dinê ve jî fuhûş û sîxûriyê didin meşandin. Bi van êrşan dixwazin ciwanên kurd tune bikin. Ji bo ku ciwanên kurd serwext nebin hemû tiştî dikin. Kesên bi ûnîforma kêçên ciwan ên kurd ji aliyê hêstan ve dixwazin ber bi rêyên qirêj ve bikişînin. Ji van yek jî di şexsê Mûsa Orhan de hat kirin. Îpek Er her çi qasî serlêdana sûc kir jî Mûsa Orhan nehat girtin. Ji ber ku bi ûnîforma bû. Kesê ku sûcdar e nayê girtin, ên ku wî rexne dikin tên cezakirin. Ezgî Molla ji ber Mûsa Orhan rexne kir hat cezakirin. Em vê careke din şermezar dikin. Li şûna Ezgî Mollayê divê kesên wekî Mûsa Orhan bên cezakirin.
 
Surucu, destnîşan kir ku dê jin li dijî hemû polîtîkayên şerê qirêj berxwedana xwe bidomînin û got: “Li dijî gelê kurd û jinên kurd ev polîtîkayên ku tên meşandin em ê kolan bi kolan, tax bi tax rêxistina xwe bikin û berxwedana xwe bidomînin.”
 
'ÊDÎ BES E'
 
Herî dawî li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Ayşe Hezer axivî. Hezar got: “Divê hemû kes xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê li dijî polîtîkayên Erdogan em zana û hişyar bin. Ji kuştina zarokên me yên 10 salî, 8 salî têr nebûn. Bi rêyên cuda dixwazin zarokên me bikûjin û tune bikin. Divê em hemû bêjin ‘êdî bes e.’ 24 saet têr nake. Divê em tim li kolanan bin û li berxwe bidin.”
 
Di şahiyê de tim dirûşmeyên “Şehît Namirin” û “Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Piştî axaftinan hunermend Hediye Bayram û Merve Admiş stran gotin. 
Şahî, bi gerandina govendê û tilîliyan bi dawî bû.