Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 12:47 2 Cotmeh 2021
  • |
img
TEKÎRDAG - Zilamê bi navê Serkan Î., jina bi navê Nazli Koldagûç bi amûra bibir qetil kir.  Faîlê ku piştî bûyerê reviya li mala ku xwe lê veşartibû hat binçavkirin. 
 
Li taxa Seyhsînan a Tekîrdagê, zilamê bi navê Serkan Î., jina bi navê Nazli Koldagûç bi amûra bibir qetil kir. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê ambûlans hat cihê bûyerê û Koldagûç rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Çorlûyê. Koldagûç nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. 
 
Faîl Serkan Î. ku piştî bûyerê reviya, li taxa Hidiraga li mala ku xwe lê veşartibû hat binçavkirin.