Dayikên Aştiyê: Em li dijî dagirkeriyê bibin yek

  • jin
  • 15:43 24 Îlon 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Danezana encama komxebata ku bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk hatibû, hat aşkerekirin. 
 
Danezana encama komxebata bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên ser Herêma Kurdistana Federe kom bûbûn, hat aşkerekirin. Di komxebata ku di 21’ê îlonê de li Silêmanî pêk hatibû de êrişên ser kurdan, her çar parçeyên Kurdistanê û yekitiya neteweyî hat nîqaşkirin. Di danezana encama komxebatê de bang hat kirin ku dayikên gerîlla, pêşmerge û eskeran têbikoşin û li pêşiya şer rawestin.
 
Di çarçoveya bangên hatin kirin de, di danezana encamê de ev xal hatin diyarkirin: 
 
“* Divê hêzên navnetewî li dijî çekên kimyewî û komkujiyan helwesta xwe nîşan bidin
 
* Divê hêzên xwecihî û navnetewî hebûna gelê kurd û çanda kurdan biparêzin, li dijî nêrînên dijber xwedî helwest bin.
 
* Divê dayikên gerîla, pêşmerge û leşkeran têbikoşin û li pêşiya şer rawestin.
 
* Divê partî û aliyên siyasî li dijî dagirkeriyê bibin yek û Kurdistanê biparêzin.
 
* Divê tevgerên jinan pêşengtiyê ji bo yekîtiya neteweyî bikin
 
* Divê hemû dayikên aştiyê ji bo rawestandina şer li rex me bin.”