Dersa Jineolojiyê li dersên dibistana amadehiyê zêde kirin

  • jin
  • 12:41 24 Îlon 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dersa Jineolojiyê, li dersên dibistana amadehiyê zêde kir. 
 
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya  Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê, di 12’ê Îlonê de dest bi sala hindekariya perwerdê ya 2021-2022’yan kir. Desteya perwerdê wê ji vir û şûnde dersa Jineolojiyê jî bide xwendekarên dibistana amadehiyê.
 
Di salên derbasbûyî de dersa Jineolojiyê, li meteryalên perwerdê hatibû zêdekirin, lê ji bo hin guhertinên di dersê de, bi awayekî demkî dersa Jineolojiyê hatibû rewestandin. Dersa Jineolojiyê ya ku îsal ji nû ve li meteryalan hat zêdekirin, wê ji bo polên 11’emîn bi zimanên Kurdî û Erebî bi beşên zanîst û wêşeyê re werin dayî. 
 
Jineolojiya yan jî zanista jinê, ew zanista nû ya ku bersiva zelal ji bo rastiya jinan dide û têgeha jineolojiyê hatiye dayîn da ku were naskirin. Gelek zanist xwe dispêrin wê mîna zanista civakî, dîrok û derûnî û pir zanistên dîtir di nava zanista jinê de heye. Ew yek ji bo eşkerekırına rastiyên dîroka jinê ye ku bi hezar salan hatiye çewisandin û dînamîka ji bo lêgerîna mayînde ya azadiyê ye.
 
Li gorî daxuyaniya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê sala bê, dersa Jineolojiyê ji pola 12’emîn re jî were dayîn.